Rûsyayê êrîşa li Îdlibê piştrast kir

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov piştrast kir ku balafirên Rûsyayê duh atolyeyên Eniya Nusrayê hedef girtin.

Rûsyayê êrîşa li Îdlibê piştrast kir

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov piştrast kir ku balafirên Rûsyayê li Îdlibê hin cih bombebaran kirine.

Konaşenkov der barê balafirên Rûsyayê yên ku Îdliba bajarê Sûriyeyê bombebaran kirine da daxuyanî da rojnamevanan.

Konaşenkov got balafirên şer ên Rûsyayê duh êrîşî atolyeyên Eniya Nusrayê kirine.

Berdevk Konaşenkov got balafira Su-34 atolyeyên Eniya Nusrayê yên ku wesayîtên esmanî yên bê mirov (ÎHA) lê tên çêkirin û atolyeyên ji bo ÎHAyan bombe lê tên veşartin îmha kir û paşê jî depoyeke sîstemên dijebalafiran bombebaran kir.

Konaşenkov got 4 balafirên şer ên Rûsyayê yên ku ji Baregeha Himeymîmê rabûne di heman rojê da bombe barandine. Di van operasyonan da bajarên Hema û Helebê, cihên ku jê ÎHA tên şandin ku ew êrîşî baregeha Himeymîmê bikin hedef hatine girtin.

Konaşenkov anî ziman bombebarandin li dûrî cihên ku gel lê dijîn û bi awayekî rêk û pêk hatine kirin.

Balafirên şer ên Ûris duh li rojavayê Îdlibê Cîsîr eş Suxur, Bîsenkul, Xanî, Înneb, Sirmaniyye, Kefeyedîn, Canudiyye û herêma Zeyzunê ya li bakurê Hemayê êrîşî eniyên muxalifan û cihên ku sivîl lê dijîn kiribûn.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE