Rûsyayê Slavutiça bajarê Ukraynayê dagir kir

Fomiçev daxuyand ku ew vê gavê bi dagirkeran ra mizakereyan dimeşîne ku merivan ji bajêr texliye bike.

Rûsyayê Slavutiça bajarê Ukraynayê dagir kir

Şaredarê Slavutiça bajarê Ukraynayê Yuryi Fomiçev diyar kir ku ji îro pê va Rûsyayê bajêr dagir kir.

Fomiçev vîdeoyek parve kir û tê da ragihand ku yekîneyên Ûris sê roj berê ultîmatom da wan ku bêyî şer bajêr teslîmî wan bikin. Fomiçev got ku wan digel vê ultîmatomê bajêr bi biryardarî parast û wiha dewam kir, "Lêbelê Slavutiç ji îro pê va di binê dagirkeriyê da ye."

Fomiçev daxuyand ku ew vê gavê bi dagirkeran ra mizakereyan dimeşîne ku merivan ji bajêr texliye bike.

Slavutiç nêzî Santrala Nukleerê ya Çernobîlê hatiye avakirin û herî zêde endezyar û pispor lê dijîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE