Rûsyayê ziyanên artêşa Ukraynayê daxuyand

Rûsyayê ziyanên artêşa Ukraynayê daxuyand

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, li Ukraynayê heta niha 211 balafir, 132 helîkopter, 3 hezar û 750 tank û wesayîtên zirxî hatin îmhekirin.

Konaşenkov der barê çalakiyên artêşa Ûris yên di şerê Ukraynayê da daxuyanî da.

Konaşenkov îdia kir ku ziyana zêde ya artêşa Ukraynayê didome û di nava du rojan da zêdeyî 150 eskerên Ukraynayê hatin kuştin, zêdeyî 450 eskerî jî birîndar bûn.

Konaşenkov got ku nîvê Tûxaya Mekanîze ya 30emîn a Ukraynayê ya li Klînovoyeya Donestskê bû ziyanpêketî, zêdeyî 170 esker û sûbay bi birîndariya xedar ji qada şer hatin texliyekirin.

Konaşenkov got ku bi êrîşên hêzên asîmanî, fuze û yekîneyên topxaneyan va zêdeyî 650 hêzên neteweperestên Ukraynayî hatin berterefkirin, 21 droneên Ukraynayê hatin daxistin û wiha got:

"211 balafir, 132 helîkopter, 1329 drone, 349 pergalên parastina asîmanî, 3 hezar û 750 tank û wesayîtên zirxî, 647 roketavêjên pirserî, 2 hezar û 88 topên obus û hawanan, 3 hezar û 818 wesayîtên eskerî yên taybet hatin îmhekirin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE