RTD: Kovîd-19 bi lez belav dibe û em hê negihîştin lûtkeya pandemiyê

RTD: Kovîd-19 bi lez belav dibe û em hê negihîştin lûtkeya pandemiyê

Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesusê Direktorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (RTD) diyar kir ku dawiya hefteyê li dinyayê ji 400 hezarî zêdetir kes bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin û got, "Nexweşiya Kovîd-19ê zêde dibe û bi eşkereyî em negihîştin lûtkeya pandemiyê."

Ghebreyesus di civîna vîdeo konferansê ya li navenda RTDyê ya li Cenevreyê hat lidarixsitn da axivî û diyar kir ku vîrus bi lez belav dibe û dibe sedema mirinê.

Ghebreyesus bi bîr xist ku nexweşî li dinyayê belav bû 3 meh şûnda hejmara nexweşan ji 400 hezarî zêdetir bû û wiha pê da çû: "Bi tenê dawiya hefteyê jî li dinyayê ji 400 hezîrê zêdetir kes bi vîrusê ketin. Nika 11,4 milyon pêketiyên Kovîd-19ê hene û ji 535 hezarî zêdetir kes jî mirin. Nexweşiya Kovîd-19ê zêde dibe û bi eşkeretî em negihîştin lûtkeya pandemiyê. Li hin welatan hejmara miriyan kêm bûye lê hin welatan hejmara miriyan êzde dibe."

Ghebreyesus got dibê vîrusê piçûk nebînin, gelekî cidî ye û tu welat di ewlehiyê da nîne.

- Ekîba RTDyê diçe Çînê

Ghebreyesus destnîşan kir ku çend meh in li ser çavkaniya vîrusê nîqaş dewam dikin, ekîba RTDyê ji bo ku bi hevpîşeyên xwe yên li Çînê ra li ser çavkaniya vîrusê bixebitin ew ê herin Çînê.

Ghebreyesus got ku misyona di serkeşiya RTDyê da ew ê lêkolînê bike ku ka hela "vîrus çito ji heywanan kişiyaye însanan".

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE