RTDyê diyar kir ku cureya Deltayê nêzî 100 welatî hat tesbîtkirin

RTDyê diyar kir ku cureya Deltayê nêzî 100 welatî hat tesbîtkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) diyar kir ku nêzî 100 welatî cureya Deltayê ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat dîtin Cureya Deltayê cara ewil li Hindistanê hatibû tesbîtkirin.

Li gor xebera Tora Televizyonê ya Kurewî ya Çînê (CGTN),Tedros Adhanom Ghebreyesusê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku cureya Deltayê ya hat tesbîtkirin zêde belav dibe, li 98 welatan hat dîtin û hişyarî da.

Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku cureya Deltayê li welatên kêm aşî hatine kirin û welatên zêde aşî hatine kirin bi lez belav dibe û got ku cureya Deltayê xeternak e, guherîn û mutasyona wê jî hê dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE