Ruhanî Neteweyên Yekbûyî rexne kir

Li gor daxuyaniya Serokomariya Îranê, Ruhaniyê ku ji bo Civînên Giştî yên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 74emîn li New Yorkê ye bi Guterres ra li ser geşedanên herêmî axivî.

Ruhanî Neteweyên Yekbûyî rexne kir

 Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres, Serokomarê Îrlandayê Mîchael Danîel Hîggîns û Serokomarê Iraqê Berhem Salih ra hat bal hevdu.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Îranê, Ruhaniyê ku ji bo Civînên Giştî yên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 74emîn li New Yorkê ye bi Guterres ra li ser geşedanên herêmî axivî.

Ruhanî got bi saya hevkariya NYyê di qeyranên Sûriye û Yêmenê da geşedan çêbûn û wek Îran ew amade ne ku xebatên li ser van mijaran bidomînin.

"Ev şerm wê di dîrokê da qeyd bibe"

Ruhanî mueyîedeyên Amerîkayê yên li hemberî Îranê rexne kir û wiha got: "Îran dê vê pirsgirêkê jî çareser bike, lê ev şerm dê di dîrokê da qeyd bibe. Dewleteke dagirker li hemberî ferdên miletekî terora aboriyê kir, lê NY li hemberî vê yekê bêdeng ma."

Ruhanî der barê êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Filistîn, Sûriye, Lubnan û Iraqê da jî NY xwekerkirinê sûcdar kir û got saziyeke navneteweyî divê berpirsyariya xwe bi cih bianiya. 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres jî behsa pêvajoya Astanayê kir û got ji bo çareseriya Sûriyeyê gavek e baş e û li Yêmenê jî geşedan çêbûne.

Guterres got NY piştgiriyê dide peymana nukleerê û ev perçeyeke biryarên Konseya Ewlehiyê ya NYê ye.

Hevdîtina Ruhanî û Hîggîns

Ruhanî di hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Îrlandayê Mîchael Danîel Hîggîns da bal kişande ser peymana nukleerê û got divê ji hêla aboriyê va INSTEX bikeve rewacê.

Hîggîns jî got ewê têkiliyên xwe yên bi Îranê ra bidomînin, peymana nukleerê xizmeta aştiya dinyayê dike, lê dive ew berdewam bike.

Hevdîtina Ruhanî û Salih 

Di hevdîtina bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih ra da jî Ruhanî got peymana di navbera herdu welatan da ji bo paqijkirina rêya avê ya Şattulerebê hatiye îmzekirin divê bilez bikeve rewacê.

Ruhanî bal kişande ser çareserkirina pirsgirêkên der barê bankayan ya di navbera herdu welatan da û pêşvabirina têkiliyên aboriyê.

Salih jî di axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya NYyê da bal kişande têkiliyên Îran û Iraqê yên dîrokî û got mijarên wan li ser hev kirine divê bikevin rewacê û ji bo vê jî komîteyek divê ava bibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE