Ruhani: "Em ê nekevin defika Îsraîlê, di dema misaît da em ê bersiva sûîqestê bidin"

Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê di civîna Lijneya Têkoşîna Dijî Koronayê ya Neteweyî da diyar kir ku Fexrîzadeyê di encama êrîşa terorê da hat kuştin xêncî xebatên nukleerê û parastinê li ser Kovîd-19ê jî dixebitî.

Ruhani: "Em ê nekevin defika Îsraîlê, di dema misaît da em ê bersiva sûîqestê bidin"

Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê diyar kir ku kuştina Muhsîn Fexrîzadeyê ji zanyarên mîmarê bernameya nukleerê ya Îranê dafika Îsraîlê ye û ew ê di dema misaît da bersivê bidin vê sûîqestê.

Rûhaniyê Serokomar di civîna Lijneya Têkoşîna Dijî Koronayê ya Nateweyî da diyar kir ku Fexrîzadeyê di encama êrîşa terorê da hat kuştin xêncî xebatên nukleerê û parastinê li ser Kovîd-19ê jî dixebitî.

Rûhanî diyar kir ku li pişta êrîşê Îsraîl heye û Donald Trumpê Serokê Amerîkayê beriya ji wezîfeyê dev berde dixwaze tevliheviyê derxe û wiha pê da çû: "His dikin ku çend hefte şûnda heyama tundiyê ew ê xilas bibe û hewl didin şertên li dinyayê biguherînin. Dixwazin li herêmê bêîstiqrariyê pêk bînin, bala her kesî ji terora li erdên dagirkirî (Filistîn) diqewime bikişînin tehdîdên din."

Rûhanî got ew ê nekevin defika Îsraîlê û wiha axivî:

"Dijminên Îranê dizanin ku rayedar û gelê Îranê ew ê vê cinayetê bêyî bersiv nehêlin, wêrek û hêzdar in. Rayedarên eleqedar ew ê di dema misaît da bersiva vî sûcî bidin. Gelê me serwext û zanaye ew ê nekeve defika rejima siyonîst."

Musîn Fexrîzadeyê zanyarê wekî mîmarê bernameya nukleerê ya Îranê tê zanîn duh li Abserda navçeya Tehranê di êrîşa terorê da hatibû kuştin. Rayedarên Îranê ji ber sûîqestê Îsraîl sûcdar kiribûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE