"Rusya ji bo şer amadehiyê nake"

Putîn got, ''Rusya amadehiyan nake ku bi kesî ra şer bike...''

"Rusya ji bo şer amadehiyê nake"

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putîn got Rusya amadehiyan nake ku bi kesî ra şer bike, ew hewl dide rewşeke baş ava bike ku şer neyê hişê tu kesî.

Putîn daxuyanî da ajansa TASSê û der barê çêkirina çekan da axivî.

Putîn got artêşa Rusyayê artêşeke bihêz e û wiha axivî: "Em ji bo kesî ra şer bikin amadehiyan nakin. Ji bo ku fikra şer neyê hişê tu kesî em hewl didin şert û mercên hewce dikin çêbibin."

Di hevpeyvîna xwe da Putîn got di dîrokê da cara ewil Rusyayê çeka li dinyayê tunebû çêkiriye û wiha dewam kir: "Amerîka dixwaze di mijara çekan da bigîhîje me. Di dîrokê da ev tu carê pêk nehat."

Putîn behsa Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk ên Nû (New START) ya di sala 2010an da di navbera Amerîka û Rusyayê da hat îmzekirin kir û got hindik maye dema wê xilas bibe, divê ev peyman bê nûkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE