Rusya û Ukraynayê di mijara xaza siruştî da li hev kirin

Aleksey Mîllerê Serokê Gazpromê: "Ji îro pê va peyman dibin qanûn û dikevin rewacê û li gor vê ji 31ê berfanbara 2019an pê va xaza Rusyayê ewê ji ser Ukraynayê ra were sewqkirin"

Rusya û Ukraynayê di mijara xaza siruştî da li hev kirin

Aleksey Mîllerê Serokê Gazpromê diyar kir ku di navbera Ukrayna û Rusyayê da peyman hat îmzekirin ku dema peymana xaza siruştî ya transît were dirêjkirin.

Mîller piştî mizakereyên di navbera rayedarên Ukrayna û Rûsyayê da li Viyanaya paytextê Awistiryayê 5 rojan dewam kir daxuyanî da rojnamevanan.

Mîller destnîşan kir ku di encama mizakereyan da li ser peymana xaza siruştî ya Rûsya û Ukraynayê biryara dawîn dan û wiha got, "Di navbera Rûsya û Ukraynayê da gelek peyman hatin îmzekirin. Peymanên hatin çêkirin ji bo menfeetên herdu aliyan paketa peymanê ya mezin e."

Mîller destnîşan kir ku naveroka peymanan li ser dirêjkirina peymana xaza siruştî ya transît a di navbera Rûsya û Ukraynayê da ye û wiha pê da çû: "Ji îro pê va peyman dibin qanûn û dikevin rewacê û li gor vê ji 31ê berfanbara 2019an pê va xaza Rusyayê ewê ji ser Ukraynayê ra were sewqkirin."

Vladimir Zelenskiyê Serokê Ukraynayê jî li ser medyaya civakî mijar nirxand.

Zelenskiy bal kişand ku peyman ji bo 5 salan hat çêkirin û wiha nivîsî: "Bi saya peymana transîtê da em ê di heyamê da ji 7 milyar dolarî zêdetir dahatê qezenc bikin. Mafê herdu aliyan jî heye ku peymanê bi qasî 10 salan dirêj bikin. Li gor peymanê di sala ewil da ji Ukraynayê 65 milyar mêtrekup, salên din da salane 40 milyar mêtrekup xazê were sewqkirin."

Dema peymana pê xaza Rusyayê ser Ukraynayê ra dişandin Ewropayê ew ê sibê xilas bibûya.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE