Li gor mala çavdêriya teyareyan a mixalifan, teyareyên Ûrisan ji nîvê şevê pê va ji 10 caran zêdetir ji hewayê êrîşî Kefer Secneya gundê li ser navenda İdlibê kirin.
Li İdlibê êrîşên mezin dewam dikin û li bajêr dengê sîrenê tê bihîstin.
Wekî mayîn rejima Esed jî bi top, hewan û roketan va ji beja ra êrîşî Bîdameya bajarok dike.
Hê agahiyên li ser mirî û birîndaran tunin.
- Rewşa dawîn a li Îdlibê
Rejima Esed û İran û Rusyaya piştgirên wê operasyona di 20ê berfanbarê da ji beja ra dabûn destpêkirin didomînin. Rejima Beşar Esed û Piştgirên wê 40 wargeh zeft kiribûn. Paşê mixalifan li dijî wan operasyon dabûn destpêkirin û 7 wargeh ji rejimê sitandibûn û hejmara ciyên rejimê zeft kiribû dakete 33yan.
Wekî mayîn hejmara kesên ji serê mijdarê wir da ji cî û warên xwe hatin kirin derkete 284 hezarî.
Sivîl koçî ciyên ewledar ên li nêzî sînorê Suriye-Türkiyeyê û herêmên Çiqlê Zeytûnê, Mertalê Feratê dikin.
AA