Balafirên şer ên Rusyayê li Fuaya bajaroka Îdlibê êrîşî cî û waran kir, di êrîşan da li gor tesbîtên ewil 9 kes hatin kuştin.
Balafirên şer ên Rusyayê seranser rojê li Îdliba axa Sûriyeyê ku hemberî bajarê Hatayê cî digire êrîş birin ser xeta eniyan û hin cî û warên sivîlan. Di bombebaranan da li cî û warên li bajaroka Fuayê jî xistin.
Çavkaniyên Parastina Sivîlan ragihand kur li gor tesbîtên ewil 9 sivîl hatine kuştin, gelek sivîl jî birîndar bûne.
Sivîlên li bajarokên Fua û Keferyaya ku komên mixalif ên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê di tîrmeha 2018an da dorpêç kirbûn, hatibûn tehliyekirin. Rejima Esed jî li ser van tehliyeyan li herêmên Madaya, Zebadanî û kampa Yermukê destûr dabû ku bi hezaran sivîlên dorpêçkirî yan jî hatine ragirtin derbas bibin. Ji sivîlên ku hatibûn Îdlibê qismek ji wan li Fuayê bi cî bibûn.
AA