Rusyayê êrîşa esmanî bir ser Halepê

Di navbera rejima Esed, komên terorîst ên İran piştgiriyê dide wan û mixalif, komên çekdar ên dijî rejimê da pevçûn dewam dikin

Rusyayê êrîşa esmanî bir ser Halepê

Balafirên şer ên Rusyayê êrîşên esmanî bir ser Kefer Nuran, Kefer Naha û Cemyiet Rehhala niştewarên Halepê ên dikevin nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiyê û di êrîşan da 2 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl birîndar bûn.

Li gor mala çavdêriya balafiran a mixalifan, balafirên şer ên Rusyayê êrîşa esmanî bir ser Kefer Nuran, Kefer Naha û Cemyiet Rehhala ku dikevin rojava û başûrê Halepê.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) hat hildan, di êrîşa ku Rusyayê bir ser Kefer Nurana gundê Halepê da 2 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl birîndar bûn.

Ekîbên parastina sivîlan li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakina enkazan didomînin.

Ji aliyê din va di navbera hêzên rejimê û mixalif, komên çekdar ên dijî rejimê da li eniya Halepa Nû û Zirbeya ku dikeve devera gundewar a başûrê Halepê pevçûn hene.

Di pevçûnan da mixalifan li Halepa Nû tankeke rejimê îmha kir.

- Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê

Bajarê İdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Suriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Bi koça navxweyî va nifûsa Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. İdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Türkiye, Rusya û İranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê İdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazkiye, Hema û Halepê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin.

Piştî êrîşên hêzên rejimê Türkiye û Rusya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Türkiye û Rusyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rusya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 800î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Türkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî ji rêbendana 2019an vir va derket milyonek û 677 hezarî.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2020, 11:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE