Li Amerîkayê rêveberiya Joe Bîden ji bo Hûsiyên ku Donald Trump di rojên dawîn da tevlî lîsteya "rêxistênên terorê yên biyanî" kiribû ji lîsteyê derxe dest bi amadehiyan kir.
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derva yê nexwest navê wî were eşkerekirin daxuyanî da medyaya Amerîkayê û diyar kir ku Bîden der barê mijarê da agahî da Kongreyê.
Li gor vê rêveberiya Bîden ew ê di dema herî nêz da xebata xwe temam bike û Hûsiyên li Yêmenê ji lîsteya "rêxistênên terorê yên biyanî" derxe.
Rayedar diyar kir ku nêrîna li ser Hûsiyan rêveberiya teze neguheriye, ji bo rewşa kirîza însanî ya li Yêmenê hê jî xirab nekin eva gava tê avêtin.
Rayedar wiha axivî: "Rêveberiya beriya me dema diçû di deqîqeya dawîn da ev kiribû (Hûsî tevlî lîsteya rêxistênên terorê kiribû), me eva gava avêt ku krîza însanî ya xirab hê jî xirab nebe."
Rêveberiya Trump di 20ê rêbendanê da beriya ku dev ji wezîfeyê berde diyar kiribû Hûsî tevlî lîsteya rêxistênên terorê kirine, ji ber ku biryarê rewşa însanî ya li Yêmenê zêde bike jî bertek hatibû nîşandan.
Bîden pêr eşkere kiribû ku Amerîkayê piştgiriya eskerî ya di mijara Yêmenê da dide Erebistana Siûdî birî.AA