"Rêveberiya Filistînê Dê teslîm nebe"

Ebas pirsên rojnamevanan bersivand û got, "Meseleya Filistînê bi pirsgirêkên mezin ên ku bi Amerîka, Îsraîl û Hemasê ra nayên çareserkirin ra rûbirû ye..."

"Rêveberiya Filistînê Dê teslîm nebe"

Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas  got, "Meseleya Filistînê bi pirsgirêkên mezin ên ku bi Amerîka, Îsraîl û Hemasê ra nayên çareserkirin ra rûbirû ye. Rêveberiya Filistînê ew ê teslîm nebe."

Ebasê di çarçoveya têkiliyên fermî da Misir ziyaret kir û li vê darê daxuyanî da rojnamevanan.

Ebas pirsên rojnamevanan bersivand û got, "Meseleya Filistînê bi pirsgirêkên mezin ên ku bi Amerîka, Îsraîl û Hemasê ra nayên çareserkirin ra rûbirû ye. Rêveberiya Filistînê ew ê teslîm nebe."

Ebas got piştî ku Amerîkayê Balyozxaneya xwe barî Qudsê kir bi hemû rayedarên Amerîkayê ra têkiliyên xwe birî û qedexe kir ku rayedarên Filisitînê bi rayedarên Amerîkayê ra têkiliyê daynin û wiha pê da çû: "Piştî ku Amerîkayê Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kir êdî tiştekî ku li ser mizakereyê bikin nema."

Mehmûd Ebas destnîşan kir ku herî dawîn di sala 2017an da bi tevahî 4 caran bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra hat ba hev, di hevdîtinan da çareseriya dudewletî xwest û Trump ev qebûl kir lêbelê 2 hefte şûnda rêveberiya Washîngtonê Quds wekî paytextê Îsraîlê îlan kir.

Ebas got çareseriya pirsgirêka Filistînê bi tenê 3 rêyên wekî siyasî, aborî û ewlehiyê dibe, rêya herî baş a lihevkirina Filistînê ew e ku li tevahiya axa Filistînê hilbijartin were kirin.

Ebas wiha axivî: "Heke em di hilbijartinê da bidin der, em ê rêveberiyê teslîmî kesên ji welêt ra xizmetê dikin, bikin."

Serokê Dewleta Filistînê Ebas ji bo li ser geşedanên dawîn ên li ser Filistînê biaxive ji bo 3 rojan bi fermî hat Misrê, li tê payîn ku Ebas bi Ebdilfetah Sîsiyê Serokomarê Misrê û hin rayedarên payebilind ra were ba hev.AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 13:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE