Karwana hilgirê melzemeyên alîkariya mirovî ku Misir ji bo Filistîniyên li Xeta Xezzeyê dişîne ber bi Deriyê Sînorî yê Refehê ve birê ket.
Li gorî nûçeyeke MENAya ajansa fermî ya Misrê alîkarên navborî bi talîmata Serokomar Ebdulfettah Sîsî bi kordîneya digel Filistîniyên li Xezzeyê tên şandin.
Di nûçeyê de agahî nehat dayîn ka dê karwana ku ber bi Deriyê Sînorî yê Refehê ve birê ketiye dê kengî bigihije û naveroka melzemeyên alîkariyê ka çiye.AA