Rêveberiya Talibanê li Efxanistanê bikaranîna pereyên biyanî qedexe kir

Bîlal Kerîmiyê Berdevkê Talibanê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji ber rewşa aboriya welêt û berjevendiyên neteweyî ji her kesî dixwazin ku bira di hemû karên xwe da pereyê Efxanistanê bi kar bînin.

Rêveberiya Talibanê li Efxanistanê bikaranîna pereyên biyanî qedexe kir

Rêveberiya Talibanê li welatê lê krîza aboriyê heye bikaranîna pereyên biyanî qedexe kir.

Bîlal Kerîmiyê Berdevkê Talibanê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji ber rewşa aboriya welêt û berjevendiyên neteweyî ji her kesî dixwazin ku bira di hemû karên xwe da pereyê Efxanistanê bi kar bînin.

Kerîmî got ji esnaf, bazirgan û gel dixwazin ku bira di bazirganiyê da pereyên biyanî bi kar neynin, bikaranîna pereyên biyanî ji bo aboriya welêt xirab e û zirarê dide gel.

Kerîmî got ew ê ji bo kesên guh nedin vê biryarê biryarên cezayî têxin rewacê.

Wekî mayîn Bankeya Navendî ya Efxanistanê di 15ê îlonê da hişyarî dabû ku bira hemû welatiyên Efxanistanê pereyê Efxanistanê bi kar bînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE