Rêveberiya Yekîtiya Ewropayê di nîsanê da wê bê serdana Türkiyeyê

Rêveberiya Yekîtiya Ewropayê di nîsanê da wê bê serdana Türkiyeyê

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel diyar kir ku ew plan dikin di meha nîsanê da bên serdana Tirkiyeyê û ji bo vê jî bi rayedaran ra hevdîtin kirin.

Michel û Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen piştî Lûtkeya Lîderan a YEyê ku bi pergala vîdeo konferansê hat kirin û wê du roj dewam bikira lê di nav rojekê da qediya, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Di axaftina xwe da Michel destnîşan kir ku ew hêvî dikin bi Tirkiyeyê ra têkiliyan pêşda bibin û wiha domand: "Di heman demê da ew helwesta nerm û erênî ya ku Tirkiye didomîne ji bo me girîng e. Em hêvî dikin ku gotubêj jî erênî be."

Michel diyar kir ku ew plan dikin di meha nîsanê da bên serdana Tirkiyeyê û wiha domand: "Em bi rêvebirên Tirk ra ji bo serdaneke di meha nîsanê da di nav têkiliyê da ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE