Rêvebiriya Amerîkayê êrîşên terorê yên li Efrîn, Bab û Ezazê şermezar kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Ned Price derbarê mijarê da daxuyaniya nivîskî da.

Rêvebiriya Amerîkayê êrîşên terorê yên li Efrîn, Bab û Ezazê şermezar kirin

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê êrîşên terorê yên ku YPG/PKKya rêxistina terorê li Ezaz, Bab û Efrînê kirin, şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Ned Price derbarê mijarê da daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniya Price da gotina "YPG/PKK"yê derbas nebû û wiha got: 

"Amerîka êrîşa terorê ya ku li Ezaz, Bab û Efrînê hat kirin, zarok jî di nav da herî kêm 20 kes hatin kuştin, şermezar dike. Serê malbatên kesên ku hatin kuştin sax be, em hêvîdar in ku kesên di vê êrîşa nemerd û menfûr da birîndar bûn, şifayê bibînin."

Price diyar kir ku Amerîka ji ber êrîşên ku di mehên dawîn da zêde bûn û bi taybetî ji ber êrîşên bombeyî bi fikar e û wiha axivî: "Kesên ku berpirsê van êrîşan in, divê werin darizandin. Ev fealiyet gelê Sûriyeyê tehdîd dike û herêmê zêdetir bê îstiqrar dike."

Pêr li navçeyên Ezaz û Babê ku dikevin bakurê Sûriyeyê ji aliyê YPG/PKKya rêxistina terorê va êrîşên terorê hatin kirin û di êrîşan da 10 kes hatibûn kuştin, 24 kes birîndar bûbûn.

Her wiha YPG/PKKyê roja înê jî li herêma sanayiyê ya Efrînê bombeya ku di wesayîtê da bi cih kiribû, teqand û di vê êrîşa terorê da jî 6 sivîl hatibûn kuştin, 25 sivîl birîndar bûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE