Rêvebiriya Pekînê firîna balafirên hin şirketan ku wê ji Amerîkayê bihatana Çînê, betal kirin

Rêvebiriya Pekînê firîna balafirên hin şirketan ku wê ji Amerîkayê bihatana Çînê, betal kirin

Hat ragihandin, rêvebiriya Pekînê firîna balafirên hin şirketan ku wê ji Amerîkayê bihatana Çînê, betal kirin. 

Li gor rayedaran, di dawiya berfanbarê da ji rêwiyên ku hatin welêt testa Kovîd-19ê ya hinekan pozîtîf derket û Çînê li ser vê yekê biryara betalkirina firînan da.

Li gor daxuyaniya ku ji şirketa rêhewayê ya American Airlinesê hat dayîn, di dawiya rêbendan û serê sibatê da şeş seferên ku wê ji Dallas Fort Worthê biçûna Şanghayê hatin betalkirin.

Şirketa rêhewayê ya United Airlinesê jî diyar kir ku di dawiya vê mehê da wan şeş seferên ku wê ji San Frnciscoyê biçûna Şanghayê, betal kirin.

Her wiha Delta Air Linesê jî diyar kir ku hefteya çûyî seferek, di 7ê rêbendanê da jî sefereke ku wê biçûya Şanghayê hatin betalkirin.

Ji aliyê din va serê sibatê pê va Çîn amadehiyê dike ku mazûvaniya Olîpiyatên Zivistanê bike, lê ji ber ku şewba Kovîd-19ê cardin zêde bû, Çîn çûyîn û hatinan kêm dike.

Çîn niha kapasîteya balafirên ku tên welêt ji sedî 75 kêm dike û beriya ku rêwî li balafirê siwar bibin û piştî ku peya dibin, testê li rêwiyan ferz dike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE