Rêvebiriya Trump ji Kongreyê ra danezanek şand ku ew ji RTDyê vedikişin

Li Amerîkayê rêvebiriya Serok Donald Trump ji Kongreyê ra danezanek şand ku ew bi fermî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) vekişiyan.

Rêvebiriya Trump ji Kongreyê ra danezanek şand ku ew ji RTDyê vedikişin

Li Amerîkayê rêvebiriya Serok Donald Trump ji Kongreyê ra danezanek şand ku ew bi fermî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) vekişiyan.

Senatorê New Jerseyê û Serokê Komîteya Karên Derva yê Senatoyê Bob Menendez li ser Twitterê daxuyaniyek da ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hê dewam dike û wiha got: "Di nav vê pandemiyê da Kongreyê ji Serok Donald Trump belgeyek hilda ku Amerîka bi fermî ji RTDyê vedikişe."

Menendez got ev gava ku rêvebiriya Trump diavêje wê rêvebiriya Amerîkayê "nexweş û tenê" bihêle.

Ji hêla din va rayedarekî Qesra Spî yê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji çapemeniya Amerîkayê ra got vekişîna ji RTDyê wê roja duşemê bikeve rewacê û ev biryara fermî gihîşt Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres.

- Şerê Trump yê Kovîd-19ê ya li hemberî RTDyê

Trump di 14ê Nîsanê da RTD sûcdar kiribû ku ew dijî şewba Kovîd-19ê serkeftî nebû û nêzîkî Çînê tevgeriya, ji ber vê gotibû ku ew alîkariya aboriyê didin sekinandin.

Di 18ê Gulanê da Trump ji Dîrektorê Giştî yê RTDyê Tedros Adhanom Ghebreyesus ra nameyak şandibû û gotibû heke RTD reformên sereke û baş neke ewê 30 roj şûnda bi awayekî mayînde alîkariya aboriyê bidin rawestandin.

Lê hê ev dem tijî nebûbû Trump di 29ê Gulanê da daxuyandibû ku wan têkiliya xwe bi Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ra qedand.

Her çiqas ev daxuyanî hatibû dayîn jî vê hingê hê gaveke fermî nehatibû avêtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE