Rêxistina Cihûyên Dijî Siyonîzmê ya Navneteweyî, ji bo şîdeta Îsraîlê ya li rojhilatê Qudsê bertek nîşan da

Xaxam Dovîd Feldmanê Berdevkê Rêxistina Cihûyên Dijî Siyonîzmê ya Navneteweyî ku bi navê Neturei Karta tê nasîn, destnîşan kir ku êrîşên vê dawiyê yên Îsraîlê yên dijî rojhilatê Qudsê "nayên qebûlkirin û nêzîkbûneke dînîtî ye."

Rêxistina Cihûyên Dijî Siyonîzmê ya Navneteweyî, ji bo şîdeta Îsraîlê ya li rojhilatê Qudsê bertek nîşan da

nasîn, destnîşan kir ku êrîşên vê dawiyê yên Îsraîlê yên dijî rojhilatê Qudsê "nayên qebûlkirin û nêzîkbûneke dînîtî ye."

Feldman pêşhatên dawîn ên li taxa Şêx Cerahê ji bo AAyê nirxand.

Berdevk Feldman destnîşan kir ku provokasyonên Îsraîlê yên li dijî Filistînê tiştekî nû nîn e û got, "Mixabin ev 70 sal e, ev bûyer didomin. Bila kes li hember van tevgerên wan ên dînitiyê ku nayên qebûlkirin, şaş nemîne."

Feldman bal kişand ser wê yekê ku di koka pirsgirêkê de ew heye ku tevgera Siyonîzmê dewleta Îsraîlê ava kirine û cihûyên heqîqî yên girêdayî Tewratê vê qebûl nakin.

Feldman wiha pê de çû:

"Ev tevgera Siyonîzmê ti tiştê beriya xwe nas nakin. Ji ber vê her tişt wisa dibe. Ji loma li Şêx Cerrahê jî ew rewşa nexweş qewimî. Dixwazin mirovan ji xaniyên wan derxînin. Bi heman şêweyî di rabirdûyê de xaniyê Filistîniyan têk didan. Em vê her û her dibînin. (Li gorî wan) Her weke ku gelê Filistînê tune be û hîç nebûbe."

- "Pêdiviya Tevgera Siyonîst bi şerê heye"

Feldman anî ziman ku dema li binesaziya avabûna Îsraîlê dinerin, ev pevçûn tên çaverêkirin û wiha got:

"Mixabin ev 10 sal e tişta ku em dibînin ew e ku Tevgera Siyonîst a Îsraîlê bi mebesta meşrûkirina şerê xwe yê li dijî gelê Filistînê dixwaze ku êrîş li dijî wê bên lidarxistin. Pêdiviya Tevgera Siyonîst bi şerê heye. Sedema van bûyerên dawîn jî eve dixwaze şer derkeve. Ji bo domandina hebûna xwe û bidestxistina sempatiyê di çavê gelê xwe de dixwazin şer derkeve. Ji Cihûyan re dibêjin; "Meyzekin, em di xetereyê de ne, Filistînî ji bo me tehdîd in."

- "Em li dijî hemû cure dagîrkerî û tiştên ku Siyonîzm temsîla wan dike ne, dengê me tune dihesibînin"

Feldman anî ziman ku li gorî Mûsewîtiya ku bawer dike pêdivê dawî li êrîşan were û got, "

"Em Cihûyên dîndar tevî yên li Filistîna dagîrkirî em li dijî Siyonîzmê ne. Ne tenê dijî wan, em li dijî hemû cure dagîrkerî û tiştên ku Siyonîzm temsîla wan dike ne. Em hewl didin bibin rêgirê wan lê hêzên alîgirên Îsraîlê dengê me dibirin, heta hesabên me yên medyaya civakî didin girtin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE