Rêxistina terorê PKK zarokan direvîne û wekî "şervan" diemilîne

Rêxistina terorê PKK zarokan direvîne û wekî "şervan" diemilîne

Rêxistina terorê PKK ya ku ji ber operasyonên serkeftî yên Tirkiyeyê roj bi roj lawaz dibe, ji Sûriye û Iraqê zarokan direvîne û wan bi zorê dide şerkirin.

Mîna li Tirkiyeyê li Îran, Iraq û Sûriyeyê jî piştgiriya gel a ji bo rêxistina terorê qut bû. Rêxistin bi operasyonên Pençeyê yên van salên dawîn va derbeyên xedar dixwe. Lawazbûna rêxistina terorê qaşo di organên wê yên çapemeniyê da jî xwe nîşan dide.

Di qaşo kanalên medyayê yên rêxistinê da timî bangewaziya xwepêşandan û protestoyê tê kirin, lêbelê tu kes guh nade van bangewaziyan. Li sînorê parêzgeha Hewlêrê ya Iraqê destûr nayê dayîn ku alîgirên rêxistinê xwepêşandanan li dar bixin, her wisa di xwepêşandanên li Silêmaniyê da jî kêm kes beşdar dibin.

Rêxistin zarokan direvîne serê çiyê ku vê lawazbûna xwe bide sekinandin, lêbelê malbatên zarokên revandî roj bi roj dengê xwe bilind dikin û ji bo vê hewla PKKyê dibin asteng.

Berxwedana dayikên Diyarbekirê, îstismara rêxistinê ya dijî zarokan nîşanî tevahiya dinyayê da ku berxwedana dayikan ji 1000 rojî derbas bû.

YPG/PKKyê bi Neteweyên Yekbûyî ra peyman îmze kir ku zarokên ku di bin sîwana wê da şer dikin serbest berde, lêbelê rêxistin hê jî di emilandina zarokan da berdewam e.

- Li Sûriye û Iraqê zarokên ku bi destê YPG/PKKyê hatin revandin

Aktîvîstê Kurdê Suriyeyê Mihemed Elo di daxuyaniya xwe ya da çapemeniya Iraqê da diyar kir, rêxistina bi navê "Ciwanên Şoreşger" a girêdayî PKKyê li Taxa Şêx Meqsûda Helebê keça bi navê Cûlya Tariq Dedo li ber Dibistana Berane Bin Malik revand.

Li gorî nûçeya Gulanmediayê ya girêdayî PDKyê, Meryem Xidira Îranî diyar kir, keça wê ya 13 salî Esrîn Mihemed ji hêla PJAKa baskê PKKyê yê Îranê hat revandin û keça wê gava xwest ji rêxistinê bireve, hat kuştin.

Dîsa li gorî çapemeniya Iraqê, di Tîrmeha 2019an da PKKyê li Duhokê 2 kes revandin ku aqûbeta wan hê jî ne diyar e.

Li gorî nûçeya têlevîzyona Rûdawê ya di 21ê Gulanê da, keça bi navê Meryem Ferîd Mihemed li Kobanê di 31ê Cotmeha 2021ê da ji hêla rêxistina terorê hat revandin. Bavê wê Ferîd Mihemed beşdarî weşana zindî ya têlevîzyonê bû û xwest ku keça wê were xilaskirin.

Ji aliyê din va hat gotin ku Şakir Mihemed Hîboyê 14 salî li ser kolana Munîr Hebîba Qamişlo, Fehed Ebdulrehmanê 15 salî jî ji herêma sanayiyê ya Kobanê hat revandin. Malbatan daxuyanî da medyaya herêmî û xwestin ku zarokên wan werin xelaskirin.

Dîsa li gor medyaya herêmî ya Iraqê YPG/PKKyê li navenda Heleba Sûriyeyê du birayên Efrînî yên ku emrê wan 9 û 10 in revandin ku tevî kadroya xwe bikin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, terorîstên YPG/PKKyî di 5ê hezîranê da ji taxa Şêx Meqsûdê Îbrahîmê 9 salî û Mihemed Şewkî Ûsivê 10 salî ku birayê hev in û li Cindirêsa bajaroka Efrînê hatine dinyayê, revandin.

Li gor nûçeya 10ê hezîranê ya AAyê, li ser hesabên medyaya civakî yên nêzî YPG/PKKyê dîmen hatin weşandin û di dîmenan da 11 zarokên ku bi eslê xwe Kurd û Ereb in, tevî kadroya rêxistinê ya çekdar kir.

Di dîmenan da hatibû dîtin ku di destê zarokan da posterê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê Abdullah Ocalan û qaşo alaya PKKyê heye.

Serokê Rabiteya Kurdên Serbixwe yên Sûriyeyê Ebdulezîz Temo di 7ê hezîranê da daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û diyar kiribû, terorîstên YPG/PKKyî di 6 mehên dawîn da dest pê kiriye û li ser hev zarokên ku emrê wan hê nebûne 10 salî, direvînin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ku li Sûriyeyê binpêkirina mafên sivîlan dixe belge jî di 1ê nîsanê da daxuyaniya nivîskî dabû û diyar kiribû, terorîstên YPG/PKKyê ku li Sûriyeyê navê "HSD"yê bi kar tînin, ji taxa Şêx Meqsûda bajarê Helebê du keçikên bi navê Rosil Şêxo û Zahide Koçarê ku 16 û 17 salî ne, revandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, rêxistina terorê nahêle zarok malbatên xwe bibînin û bi wan ra biaxivin, keçikên zarok ji bo perwerdeya çekê ji navenda Helebê birin kampên terorê yên YPG/PKKyê yên navçeya Minbicê.

YPG/PKKyê di dawiya sibatê da ji Kobanê 4 zarokên 14 û 16 salî, di 28ê adarê da li navçeya Til Rifetê zarokekî 14 salî, di dawiya adarê da ji navenda Helebê 2 keçikên 16 û 17 salî û di nîsanê da ji Helebê 4 zarok revandibûn ku tevî kadroya xwe ya çekdar bikin.

PKKyê zarokên Êzdî yên li Şengala navçeya Mûsilê revand û bi darê zorê çek da dest wan û Êzdî jî ji bo PKK zarokên wan ên revandiye berde car caran çalakyê li dar dixin.

Saziyên weşanê yên nêzî rêxistina terorê der heqê endamn rêxistina terorê ku di demên dawîn da di operasyonan da hatine berterefkirin agahiyê parve dikin û tê dîtin ku kesên hatine kuştin hê jî zarok bûne û tevlî nav rêxistina terorê bûne.

PKKya rêxistina terorê di 4ê Nîsana 2021ê da ragihand ku Bariş Saydanê bi kodnavê "Andok Oramar" hatiye kuştin û derket holê ku ew hê jî zarok bûye û tevlî nav rêxistina terorê bûye. Di operasyona ku 11ê Sibata 2022an li Heftanînê hatibû kirin da jî Zanyar Hiseyînê Îranî hatibû kuştin û ew jî di sala 2016an da hê jî zaro bûye û tevlî rêxistina terorê bûye.

- Di raporan da jî hatibû gotin ku YPG/PKK zarokan wek şervan bi kar tîne

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê di 26ê Hezîrana 2020î da "Rapora Qaçaxcîtiya Merivan a 2020î" weşandibû û tê da hatibû gotin ku YPG/PKKya rêxistina terorê zarokan derdest dike û bi darê zorê dişîne şer.

Di raporê da wiha hatibû gotin, "YPGê ji kampên sipartinê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi darê zorê çek dan destê zarokên qîz û kur yên 12 salî û ew şandin şer."

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di 16ê Çileya Paşîn a 2020î da raporek weşandibû û gotibû terorîstên YPG/PKKyê li Sûriyeyê zarokan wekî şervan bi kar tînin û li ser vê daneyên nû jî parve kiribû.

Ji aliyekî din va Virginia Gambaya nûnera taybet a zarokên şer a Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê NYê di 29ê Hezîrana 2019an da li Ofîsa Cenevreyê ya NYê bi Ferhat Ebdî Şahînê bi kodnavê "Mezlûm Ebdî" ku yek ji serkirdeyên YPG/PKKya rêxistina terorê bû ra hevdîtin kiribû û di merasima fermî da plana "Ji bo berdana şervanên zarok ên nav xwe" îmze kiribûn.

Piştî wê peymanê di dîmen û wêneyên rêxistinê weşand da endamên rêxistinê yên hê zarok bûn, dîsa hebûn.

Rêxistina terorê zarok û ciwanên ku direvîne û yan jî bi zorê dibe ji bo bikaranîna çekan dişîne kampên xwe.

Terorîstên YPG/PKKyî nahêlin ku ciwan û zarok bi malbatên xwe ra têkiliyê jî daynin.

Di dîmen û nûçeyên der heqê şervanên zarok da ji ser qaşo saziyên medyayê yên rêxistinê tên weşandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE