Rêxistina terorê êrîşî herêma Hareketa Kaniya Aştiyê kir

4 eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê şehîd ketin

Rêxistina terorê êrîşî herêma Hareketa Kaniya Aştiyê kir

YPG/PKKya rêxistina terorê li herêma Hareketa Kaniya Aştiyê êrîşî mewziyên Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê kir, li ser vê, Artêşa Türkiyeyê (TSK) jî bi topan va bersiv da.

Rêxistina terorê li Eyn Îsaya Reqayê ya li başûrê Tel Abyadê êrîşî hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê kir, 4 eskerên artêşê şehîd ketin.

Piştî êrîşê di navbera terorîstan û hêzên artêşê da pevçûnên giran çêbûn.

Artêşa Türkiyeyê li ser vê êrîşê mewziyên rêxistina terorê yên li Eyn Îsa û Til Temirê bi topan va bombebaran kir.

Li gor peymana di navbera Türkiye û Amerikayê ya di 17ê cotmehê da çêbûbû YPG/PKK divê ji herêma Hareketa Kaniya Aştiyê vekişiya. Lê rêxistin hê jî êrîşî navçeyên Tel Abyad û Resulaynê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE