Sadr bangî parlamenteran kir

Sadr daxuyanieyeke nivîskî da û bangî parlamenterên Saîruna koma yekemîn a meclisê kir û wiha got: "Li welêt niha bûyer hene, dudil nebin û xebatên xwe yên parlamenteriyê bidin sekinandin."

Sadr bangî parlamenteran kir

Serokê Tevgera Sadrê ya li Iraqê Muqteda es-Sadr bangî parlamenerên alîgirê xwe kir û got ku heta daxwazên çalakvanan neyên qebûlkirin bila beşdarî xebatên meclisê nebin. 

Sadr daxuyanieyeke nivîskî da û bangî parlamenterên Saîruna koma yekemîn a meclisê kir û wiha got: "Li welêt niha bûyer hene, dudil nebin û xebatên xwe yên parlamenteriyê bidin sekinandin."

Sadr di daxuyaniyê da xwe da got ku heta daxwazên gel neyên qebûlkirin bila tu parlamenterên alîgirê wî beşdarî xebatên meclisê nebin.

Partiya Saîrunê li Meclisa Iraqê ya ku ji 325 parlamenteran pêk tê bi 54 parlamenteran tê temsîlkirin. 

Li Bexdaya paytext û wilayetên li başûrê Iraqê ji 1ê cotmehê vir da bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên dewletê" xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin, hetanî nika 42 kes hatin kuştin û 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE