Serokê Tevgera Sadrê ya li Iraqê Muqteda es-Sadr ji bo çareserkirina aloziya li Kerkûkê bangî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.
Sadr der heqê kêmasiya ewlehiyê ya li Kerkûkê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da wiha hat gotin: "Kerkûk bûye qurbana gendelî û şerê neteweyî. Ey hikûmet, yan hûn tiştekî bikin û yan jî destûrê bidin em mudaxele bikin."
Daxuyanî wiha domiya: "Bajarên li başûr di nav gendelî û feqîriyê da perîşan bûne. Bajarên li nav welêt jî ji ber şer û gendeliyê di halekî ne hal da ne. Bajarên wek Diyala, Kerkûk, Selahaddîn, Enbar û Mûsil jî bûne qurbana mezhebperestiyê. Guhdar bikin û fehm bikin hê jî wext heye rewşê hel bikin."AA