Şahiya zarokên di nav şer de

Zarokên Sûriyeyî di şahiya cejnê be bi têra dilê xwe kêf kirin

Şahiya zarokên di nav şer de

Zarokên ku li sûriyê ji ber şerê navxweyî mexdûr bûne, di cejna qurbanê de têra dilê xwe kêf kirin. weqfa ihh’ê li Ezaz û İdliba Sûriyê, ji bo zarokên ku di nav şer de ne şahiya cejnê amade kir…

Zarokên ku di nav şer de hatine dinê, di Cejnê de bi têra dilê xwe kêf kirin.

Li Sûriyê ji bo zarokên ku mexdûrê şer in, di eydê de şahiyek hat lidarxistin.

Weqfa İHH’ê li Ezaz û İdliba Sûriyê ji bo kêf û şahiya zarokan bernameyeke taybet amade kir.

Weqfê, cihê lîstikê û lûnepark amade kirin û diyarî dan wan.

“Me li vir, li Ezazê ji bo zarokan parkek ava kir û bernameyeke şahiyê li dar xist. Zarokên ku tên vir jî bi têra dilê xwe kêfê dikin.”

Bi hezaran zarokî, heta êvarê lîstin.

Berpirsê Çapemeniyê yê Weqfa İHH’ê yê Sûriyê Elî Îmran Durman got: “Ji Tirkiyê gelek kesan piştgirî da vê xebata me. Mala kes û saziyên me yên xêrxwaz ava be.”

 “Li vir karekî pirr bi xêr dibe. Em ji vir sipasiyên xwe ji hemû xelkê Tirkiyê re dişînin, ev xebat bi keda wan hat kirin. Xwedê ji wan razî be.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE