Îsal li herêma Sarıkamışa Qersê gelek baran bariya. ji ber barana zêde li çola navçeyê gelek kuvar an jî karokên şêrîn şîn bûn. gelê herêmê zêde yê ku ji karokan hez dike, diçe berhevkirina wan.
Li herêma Sarıkamışa Qersê îsal baraneke baş hat.
Ji ber barana zêde jî gelek nebat şîn bûn.
Li çola navçeyê îsal gelek kuvarkên şêrîn derketin.
Welatiyên herêmê ji karokan hez dikin û her roj diçin ji xwe re berhev dikin.
Xelqê herêmê dibêje ku salên berê evqas kuvarkên xwarinê çênedibûn.
Hin kuvark ji ber hewaya xweş bi qasî serê mirovekî mezin bûne.