Salih:Têkiliyên me û Tirkiyeyê ew ê pêş bikevin

Berhem Salihê Serokomarê Iraqê got, "Ji bo avakirina herêmên ji terorê hatine paqijkirin em li benda tevkariya Tirkiyeyê ne."

Salih:Têkiliyên me û Tirkiyeyê ew ê pêş bikevin

Berhem Salihê Serokomarê Iraqê got, "Ji bo avakirina herêmên ji terorê hatine paqijkirin em li benda tevkariya Tirkiyeyê ne."

Salihê ku cara ewil bi fermî hat ziyareta Tirkiyeyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina rûbirû û yên di navbera heyetan da daxuyaniya hevpar dan.

Salih got ji ber ku wekî Serokomarê Iraqê hat Enqereyê gelekî bextewar e û diyar kir ku hindik ma ku Iraq derbasî heyameke teze bibe.

Salih got daxwaza wan ew e ku Iraq bi îmar û sazîbûna xwe hêzdar bibe li herêmê wekî dewleteke rola wê eşkere û hêzdar dîsa cihê xwe bigre û wiha pê da çû: "Di vê çarçoveyê da em bi peyama dostanî biratî û di her qadê da tevkariyê va hatin Tirkiyeya cînar û bira."

Salih got xêncî civak, dîrok û çanda hevpar gelek sedemên wekî ewlehî, hawirdor û erdnîgariyê yên Tirkiye û Iraqê tînin cem hev hene û wiha axivî: "Tiştên hevpar nîşan didin ku domandina hevkariya stratjîk a di navbera herdu welatan da mecbûriyet e."

Serokomarê Iraqê Salih diyar kir ku êdî dema wê hat ku îstiqrar were herêmê û ji nû va were avakirin, Iraq ji Tirkiyeyê hevkariya stratejîk a rastî dixwaze.

Salih got Tirkiye û Iraq bi saya cihên xwe yê stratejîk dikarin di gelek tiştan da bi ser bikevin û hevkariya di nabera herdu welatan da ne bi tenê ji bo herdu dewletan ew ê ji herêmê ra xizmetê bike û wiha axivî: "Êdî em bi tu awayî hewcedariyê bi wesayetên ji derva nabînin."

Serokomarê Iraqê Salih got naxwazin ku meseleya avê di navbera herdu welatan da bibe pirsgirêk û ji Serokomar Erdoganê ku ji bo mijarê nûnerê taybet tayîn kir ra sipas kir.

Salih diyar kir ku girîngiyê didin hevkariya eskerî û pîşesaziyê û wiha got: "Ji bo avakirina herêmên ji terorê hatine paqijkirin em li benda tevkariya Tirkiyeyê ne."

Salih bal kişand ku Iraqê ji teror û tundrewiyê zirareke mezin dît û wiha axivî: "Ji bo çareserkirina tengasiyan, ya lazim dike ew e ku em û Tirkiye mil bidin hevdu têkiliyên navbera xwe xurt bikin." 

Serokwezîrê Iraqê Salih got ew ê ji bo pêşxistina têkiliyên Tirkiye-Iraqê bixebite û wiha pê da çû: "Em û Tirkiye em ê mil bidin hevdu têkiliyên navbera xwe xurt bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE