Li şûna Nasir el-Herîriyê ku maweya peywira wî bi dawî bû, Salim el-Muslat bû serokê nû yê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger ên Sûriyeyê (KMŞS).
Li gorî agahiya ku ji ofîsa medyayê ya KMŞSyê hat wergirtin, di Lijneya Giştî ya Asayî ya 57emîn da ya li Stenbolê bi rê va çû, Muslat anîn şûna Herîriyê ku maweya peywira wî bi dawî bû.
Muslatê ku wekî yek namzed beşdarî hilbijartina serokatiyê bû, ji 81 endamî jê dengên 71an wergirt û bû serokê 9emîn ê KMŞSya ku 2012an hat damezirandin.
Muslat dê ji bo salekê serokatiya KMŞSyê bike.
Di lijneya giştî da Rûba Hebûş û Ebdulahad Îstîfo bûn alîkarê serok, Heysem Rahme jî bû Sekreterê Giştî yê KMŞSyê.
Muslat kê ye?
Muslatê ku 1959an li Hesekeyê hatiye dinyayê, di Meclisa Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyê ya ku 2018an hat damezirandin da ji 2020î vir va peywira Sekreterê Giştî didomîne.
Muslatê ku li Amerîkayê di warê zanista siyasî da perwerdeya lîsansa bilind wergirtiye, di dezgehên cuda yên KMŞSyê da peywir anî cih.AA