Ji ser kuştina siyasetmedar Mişel Temo re 9 sal derbas bûn, lê li herêmê êşa wê wekî duh heman e. Li Efrînê ji bo temo merasîmên bibîranînê tên lidarxistin.
Mişel Temo di salvegera kuştina xwe de tê bibîranîn.
Ji ser kuştina wî re 9 sal derbas bûn lê kurdên Sûriyeyê wî ji bîr nakin.
Temoyê ku bi destê rêxistina terorî PKK’ê hatibû kuştin, yek ji siyasetmedarên herî girîng ên li Sûriyeyê bû.
Temo di meha 8an ya 2008an de bi tohmeta îxaneta dewleta Sûriyê, bi destê rêjîmê hatibû binçav kirin.
Di meha hezîrana 2011an de ji zîndanên rêjîmê hat berdan û tevlî şoreşê bû.
Rêjîmê dixwast ku di nava Kurd û Ereban de lihevhatin çênebe, lê wî ev yek qebûl nekir.
Piştî wê rêxistina terorî PKK di 7ê cotmeha 2011an de êrîş bi ser Temo, ew kuşt û kurê wî jî birîndar kir.