Sûcên şer yên ku Ermenistanê li Azerbeycanê kirine wê bi raporekê va li dinyayê bê belavkirin

Sermifetişê Kamuyê Şeref Malkoç:"Emê rapora sûcên şer yên ku Ermenistanê li hemberî Azerbeycanê kirine nîşan dide ji vê hefteyê pê va bişînin saziyên Tirkiye û dinyayê yên bi mijarê ra eleqedar in."

Sûcên şer yên ku Ermenistanê li Azerbeycanê kirine wê bi raporekê va li dinyayê bê belavkirin

Sermifetişê Kamuyê Şeref Malkoç daxuyand ewê rapora sûcên şer ên ku Ermenistanê li hemberî Azerbeycanê kirine nîşan dide ji vê hefteyê pê va bişînin saziyên Tirkiye û dinyayê yên bi mijarê ra eleqedar in.

Saziya Teftîşê ya Kamuyê (KDK) der barê mafên mirovan yên ku artêşa Ermenistanê li herêma Qerebaxa Çiyayî ya Azerbeycanê binpê kirin da raporek amade kir.

Malkoç der barê rapora ku hatiye amadekirin da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Malkoç got du wezîfeyên ombudsmanan hene, jê yek ew e ku pirsgirêkên di navbera welatî û îdareya xizmeta kamuyê da çêdibin bi navbeynkariyê va çareser bike, ya din jî di qada neteweyî û navneteweyî da xebatên parastina mafên mirovan û pêşvabirina wan e.

Malkoç anî ziman ji bo amadekirina raporê ew çûne Azerbeycanê, cihên lê sivîl dijîn û Ermenistanê êrîş kiriye geriyane û wiha axivî: "Li Azerbaycanê bi taybetî ji bilî qadên şer em li herêmên Gence, Terter, Goranboy, Axdam û heta Bakuyê cihên bi moşekan va êrîş lê hatine kirin geriyan. Gence bi kîlomêtroyan dûrî qada şer e, lê dîsa jî Ermenistanê bi moşekan va lê xistiye, Terter jî dîsa wisa."

- "Bi zanetî êrîşa dijî cihên sivîl lê dijîn sûcê mirovahiyê ye"

Malkoç got ji ber êrîşên Ermenistanê 94 welatiyên sivîl ên Azerbeycanê hatin kuştin, 414 kes birîndar bûn û wiha pê da çû: "Em hemû jî dixwazin şer çênebe, lê li gor hiqûqa navneteweyî şer ji ber sedemên wek xweparastina meşrû li eniyên şer çêdibin. Lê bi zanetî, bi qestî êrîşa dijî cihên sivîl lê dijîn yên 100-150 kîlomêtro dûrî eniyên şer in sûcê mirovahiyê ye. Ev li dijî mafên bingehîn e di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Peymana Cenevreyê da hatine diyarkirin."

- "Me dît ku çekên qedexe û bombe hatine bikaranîn"

Malkoç destnîşan kir ku piştî êrîşan di lêkolînên li Azerbeycanê kirin da rastî encamên dilsoj hatin û wiha domand: "Me piştî êrîşê bi xizmên kesên mirin û yan jî birîndar bûne ra xeberda. Bi zarokên dê û bavê wan hatine kuştin ra xeberda. Me mal û dibistanên hilweşiyane dît. Perestgehên ku ji ber van êrîşan zirar dîtibûn me dît. Me dît ku dor û ber zirareke çawa dîtiye, çekên hatine qedexekirin çawa hatine bikaranîn, dît. Me di raporê da qala hemûyan kir."

- "Me êrîş li gor dîroka hatine kirin rêz kirin"

Malkoç destnîşan kir ku rapor ji 7 beşên bi sernavên wek "Pirsgirêka Qerebaxa Çiyayî, tespîtên li gor encamên lêkolîna cihê cihîn hatin kirin û bidestketin, nirxandina şer û pevçûnan a ji hêla mafên mirovan va jî tev e pêk tê û wiha domand: "Ji bilî vê di rapora xwe da me êrîşên ji alî hêzên çekdar ên Ermenistanê va hatine kirin li gor wextê hatine kirin (kronolojîk) rêz kir. Wêneyên kesên di êrîşên Ermenistanê da hatine kuştin mêze kir û lê ke derê hatine kuştin yek bi yek agahiyên wan hilda û lêkolîn kir."

Malkoş destnîşan kir ku di raporên amade kirin da bobelatên qewimîne nivîsîn û wiha pê da çû: "Kesên sûcên şer kirine, sivîl qetil kirine, zirar dane derdorê, di yekê şevê da zarokên yek salî, kal û pîr û kesên bi şer ra eleqeya wan tuneye kuştine, bên tespîtkirin di dadgehên navneteweyî da ji bo bên darizandin me hewl da."

Di berdewamiya axaftina xwe da Malkoç ragihand ku ew ê raporê ji dezgeh û saziyên navneteweyî yên eleqedar ra bişînin.

Malkoç bal kişan Ermenistan digel ku sûcê şer kiriye wisa difikire ku dê ji hesab neyê pirsîn û wiha axivî: "Dinya êdî dinyaya berê nîne. Azerbeycan Azerbeycana berê nîne, Tirkiye Tirkiyeya berê nîne. Lewra wisa zen dikin ku kesên heta îro rû dane wan dê wan biparêzin. Lêbelê ev rapor dê hember îxlalên mafên mirovan ên Ermenistanê da di darizandina navneteweyî da bibe delîl."

- "Mizgeft kirine gomên berazan"

Malkoç diyar kir piştî ku Ermenistan li gor peymana ku di 10ê sermawezê da ket meriyetê ji herêmên dagir kiriye derket texrîbata li herêmên dagirkirî derket holê û got ku "Li Şuşa, Axdam,Terter û Kelbecerê sûcên dijî dîrokê kirine hene. Mizgeft kirine gomên berazan, gorên misilmanan texrîb kirine. Ma tiştekî wiha dibe? Hesabê qetlîama li Xoceliyê yan jî qetlîamên wekî wê dê teqez bê pirsîn ku ji niha pê va tu kes cesaretî şaşiyên wiha neke."

- Ji raporê

Di raporê da hat destnîşankirin ku Ermenistanê cî û warên sicîlan ên gelekî dûrî herêmên pevçûnê hedef hatin girtin û tê gotin ku "Hêzên Çekdar ên Ermenistanê bi êrîşa ser cî û warên sivîlan, bi emilandina çekên wekî bombeya mîsketê ku ferqê nake lewra hatine qedexekirin hem mafê jiyana sivîlan îxlal kiriye hem jî di çarçoveya Hiqûqa Mirovperwer ya Navneteweyî da sûcê şer kiriye."

Di raporê da wêneyên cî û warên sivîlan ên ku bi fuzeyan lê xistine xirabûna derketiye holê nîşan dide û tê diyarkirin ku di êrîşan da 3 hezar û 410 malên mustaqîl, 120 avahiyên pir daîreyî û 512 tesîsên sivîl xisareke mezin dîtiye.

Di raporê da behsa hevdîtinên ku bi kesên eqrebayên wan ji ber êrîşan mirine ra kirine jî tê kirin û der barê ziyareta malekê li Genceyê da ev tên gotin: "Xaltîka Nîlaya 2 salî ku di êrîşê da dê, bav û pirika wê mir hat nasîn. Xaltîka wê diyar kiriye ku dayika Nîlayê ducanî bû, Nîlaya ku birayê wê yê nehatibû dinê jî mir her dem digirî û pirsa diya xwe dike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE