Sûdanê ji ber Kovîd-19ê seyaheta 8 welatan qedexe kir

Omer Beşîr Manîsê Wezîrê Karûbarên Kabîneyê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusê hatin hildan da Eşkît û Erkina deriyên sînor ên bejayê yên li aliyê Misrê û deriyê sînor ê Halfa en-Nehriyê yê behra girtin.

Sûdanê ji ber Kovîd-19ê seyaheta 8 welatan qedexe kir

 Sûdanê diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) deriyên sînor ên bi Misra cînarê wê yê bakur ra girtin û seyaheta 8 welatan qedexe kirin.

Omer Beşîr Manîsê Wezîrê Karûbarên Kabîneyê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusê hatin hildan da Eşkît û Erkina deriyên sînor ên bejayê yên li aliyê Misrê û deriyê sînor ê Halfa en-Nehriyê yê behra girtin.

Manîs diyar kir ku xêncî Misra li Afrîkayê herî zêde vîrus lê tê dîtin seyahetên welatiyên Çîn, Koreya Başûr, Japonya, Îran, Îtalya, Fransa û Îspanyayê qedexe kirin û firînên ji van welatan jî hatin betalkirin.

Manîs got dibe ku li gor daxuyaniyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê lîsteyê berfireh bikin, bangî welatiyan kir ku bira xêncî rewşên acil neçin herêmên lê nexweşî hene, li nav welêt ji herêmên qerebalix dûr bisekinin.

Saziya Hewageriya Sivîl a Xartûmê jî diyar kir ku ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bibirin ew ê her roj rojê carekê ji Balafirgeha Xartûmê destûrê bidin firînin navneteweyî, ji kesên ku hatin jî belgeya dibêje bi Kovîd-19ê neketiye bixwazin.

- Senegalê ji ber vîrusê organîzasyona hecê ya sala 2020an betal kir

Di xeberên çapemeniya neteweyî da hat gotin ku rayedar ji bo pêşiyê li belavbûna vîrusê bibirin organîzasyona hecê ya sala 2020an betal kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE