Sedr wê di hikûmeta nû da cih negire

Li Iraqê Muqteda es-Sedrê pêşengê Tevgera Sedr diyar kir, piştî biryara îstifayê ya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ew ê di hikûmeta ku wê nû were avakirin da cih negire.

Sedr wê di hikûmeta nû da cih negire

Li Iraqê Muqteda es-Sedrê pêşengê Tevgera Sedr diyar kir, piştî biryara îstifayê ya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ew ê di hikûmeta ku wê nû were avakirin da cih negire.

Sedr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, heke Meclis îstifaya Serokwezîr Ebdulmehdî qebûl bike, şaxa siyasî ya ku ew pêşengiya wê dike wê di hikûmeta ku wê nû were avakirin da cih negire.

Pêşengê şîe diyar kir, meclis li ser qanûna hilbijartin û komîseriya hilbijartinê ya nû dixebite, ew ê di van xebatan da jî cih negirin.

Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî pêr îstifaya xwe eşkere kiribû û duh daxwaznameya îstifayê ji Meclisê ra şandibû. Ebdulmehdî diyar kiribû ku îstifakirina hikûmetê ji bo çareserkirina krîza ku li welêt derketiye girîng e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE