Sefera ewil a ji balafirgeha Istanbulê

"Ji vir pê va ji Balafirgeha Stenbolê ber bi her aliyê dinyayê, ji her aliyê dinyayê mirov wê rêwîtiyê bikin."

Sefera ewil a ji balafirgeha Istanbulê

 Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan got "Ji vir pê va ji Balafirgeha Stenbolê ber bi her aliyê dinyayê, ji her aliyê dinyayê mirov wê rêwîtiyê bikin."

Li gor bernameya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) îro di saet 11.10an da balafira THYyê ya ku koda wê "TK 2124" e wê ji Balafirgeha Stenbolê rabe ku here Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê (ESB).

Turhan ji bo bileteke temsîlî bîstîne hat Balafirgeha Stenbolê. Li vir Midûrê Giştî yê THYyê Bîlal Ekşî, Seroka Lijneya Rêvebirî û Midûra Giştî ya DHMÎyê Funda Ocak jî bi Turhan ra çûn kontuara check-înê ku biletê bidin wî.

Turhan li balafirgehê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Îro di saet 11.10an da rêwiyên me yên Enqereyê wê ji Balafirgeha Stenbolê bi rê bikevin. Rêwiyên me wê ber bi dahatûya me, Tirkiyeya mezin, dewlemend, kêfxweş û xurt rêwitiya xwe ya ewil ji Balafirgeha Stenbolê bikin ku herin Enqereyê. Ji vir pê va ji Balafirgeha Stenbolê ber bi her aliyê dinyayê, ji her aliyê dinyayê mirov wê rêwîtiyê bikin."

Wezîr Turhan got îro di dîrokê da rûpeleke nû tê nivîsandin, di dîroka esmaniyê da dîrokeke zêrîn bi vê balafirgehê va tê zêdekirin û got bila balafirgeh li ser xêrê be.

Turhan behsa xebat, tevdîr û amadehiyên li balafirgehê kir û got rêwî wê bikaribin ji vir bi rehetî herin û bên.

Turhan got  divê her kes vê balafirgehê û xizmeta li vir bibîne.AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE