Seferên ji Ewropayê tên Amerîkayê 30 rojan hatin rawestandin

Trump der barê tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên dîtin da li Ofîsa Gilovar daxuyanî da gel.

Seferên ji Ewropayê tên Amerîkayê 30 rojan hatin rawestandin

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ji bilî Îngiltereyê hatina kesên ji Ewropayê tên Amerîkayê 30 rojan hat rawestandin.

Trump der barê tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên dîtin da li Ofîsa Gilovar daxuyanî da gel.

Trump got Ewropa di mijara tevdîrên divê bihatana dîtin da bi ser neket, ji ber vê kesên ji welatan Ewropayê tên vîrus belavî Amerîkayê bû.

Trump got ew bi pisporên tenduristiyê ra axiviye, ji bo tenduristiya gel biparêze tevdîr hildaye û wiha dewam kir: "Ji bo ku em rê li ber weqayên nû bigrin ji şeva înê pê va em hemû seyahatên ji Ewropayê tên Amerîkayê didin rawestandin. Amerîkayiyên ji rê û rêbazên hewce dikin derbas bibin ne di nav wan da ne."

Trump anî ziman Îngiltere ne di nav vê biryarê da ye, ev rawestandin wê tesîrê li ser bazirganî û kargoyê neke.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2020, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE