Seferên ji Rûsyayê bo Turkiyeyê

Alîkara Serokwezîrê Rûsyayê Tatyana Golikovayê diyar kir ku geştên asîmanî yên Rûsya û Turkiyeyê dê dualî di 1ê tebaxê da dest pê bikin.

Seferên ji Rûsyayê bo Turkiyeyê

Alîkara Serokwezîrê RûsyaTatyana Golikovayê diyar kir ku geştên asîmanî yên Rûsya û Turkiyeyê dê dualî di 1ê tebaxê da dest pê bikin û wiha got, "Seferên ji Rûsyayê di 1ê Tebaxê da ji bo Îstanbul û Ankarayê û di 10ê Tebaxê da jî ji bo Antalya, Dalaman û Bodrumê dest pê dikin."

Golikovayê li ser mijarê daxuyanî da qanala dewleta Ûris Rossiya 24ê û diyar kir ku di nava welatên ku sefer dê dest pê bikin da Tirkiye jî heye û wiha got, "Geştên asîmanî yên Rûsya û Turkiyeyê dê dualî di 1ê tebaxê da dest pê bikin. Seferên ji Rûsyayê di 1ê Tebaxê da ji bo Îstanbul û Ankarayê û di 10ê Tebaxê da jî ji bo Antalya, Dalaman û Bodrumê dest pê dikin."

Tê pêşbînîkirin ku geştên asîmanî yên navneteweyî yên ji Rûsyayê dê ji Moskova, St. Petersburg û Rostovê dest pê bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE