Sekreterên Giştî yên NATO û NYyê li ser Efxanistan û guherîna demsalan axivîn

Sekreterên Giştî yên NATO û NYyê li ser Efxanistan û guherîna demsalan axivîn

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li New Yorkê ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hat cem hev û li ser qewînkirina hevkariya di mijarên kurewî da sekinî.

Di daxuyaniya nivîskî ya NATOyê da hat diyarkirin, Sekreterê Giştî Stoltenberg ligel Guterres li New Yorkê di çarçoveya Lijneya Giştî ya NYyê ya 76emîn da hat cem hev.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, herdu serkirdeyan pabendbûna xwe ya di wî warî da dupat kirin, saziyên ku ew serkêşiya wan dikin dê di mijarên aştî û ewlekariya navneteweyî, operasyonên aştîxwaz û têkoşîna dijî terorê da hevkariya xwe qewîntir bikin.

Her wisa hat diyarkirin, herdu serkirde di hevdîtina xwe da li ser mijarên Efxanistan û guherîna demsalan jî rawestiyan.

Di daxuyaniyê da ji xeynî van hat destnîşankirin, hevkariya NATO û NYyê di nava 10 salên derbasbûyî da zêdetir bû û NATO piştgiriyê dide operasyonên aştîxwaz ên NYyê, parastina sivîlan û perwerdeya personelan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE