Li Amerîkayê bi tevdîrên ewlehiyê va merasima sondxwarinê hat kirin û Biden bi fermî dest wezîfeya xwe kir û namzedên ji bo kabîneya wî jî hêdî hêdî ji aliyê Senatoyê va tên pesendkirin.
Biden ji bo Dîrektoriya Îstixbaratê ya Neteweyî Avril Haines namzed nîşan dabû û di Lijneya Giştî ya Senatoyê da êvara çarşemê dengdayîn hat kirin û Haines hat pesendkirin.
Hainesê 84 dengên erê 10 dengên na hilda û di kabîneya Biden da bû kesa ewil ku di Senatoyê da hat pesendkirin.
Hainesê di rêvebiriya Barack Obamayê Serokê Amerîkayê yê berê da Alîkariya Serokatiya CIAyê û Alîkariya Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî kiribû. Haines bû jina ewil a ku seba vê wezîfeyê hat neqandin.AA