Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo Wezareta Ewlehiya Navxweyî Alejandro Mayorkas û Wezareta Gihandinê jî Pete Buttigieg wek namzed nîşan dabû û Senatoya Amerîkayê herdu namzedan jî pesend kir.
Bîden di 20ê Rêbendanê da wek Serokê Amerîkayê dest bi wezîfeyê kir. Namzedên ku ew nîşan dide û wê di lijneya wî da cî bigirin jî ji alî Senatoya Amerîkayê va yek bi yek tên erêkirin.
Di Lijneya Giştî ya Senatoyê da rûniştinên cihê cihê hatin kirin û Mayorkas li hemberî 43 rayên na bi 56 rayên erê va û Buttigieg jî li hemberî 13 rayên na bi 86 rayên erê va bûn wezîr.
Di dîroka Amerîkayê da cara ewile ku kesekî wek Mayorkasê bi eslê xwe penaber e û ji Amerîkaya Latîn e bû wezîr. Mayorkas bi daxuyaniyên xwe yên dijî dîwarê ku li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê dihat çêkirin diaxivî û Komarparêzan jî bertek nîşanî vê yekê didan.
Ji ber li dijî derketina Komarparêzan, pesendkirina wezîrtiya Mayorkas hatibû taloqkirin û niha pesendkirina wî ji bo Bîden qezneceke girîng e.
Senatoya Amerîkayê berê jî Antony Blinken wek Wezîrê Karên Derva, Janet Yellenê wek Wezîra Xezîneyê û Lloyd Austin jî wek Wezîrê Parastinê pesend kiribû.AA