Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya ji bo "Hong Kongê" tesdîq kir

Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya "Hong Kongê" ya ku ji hêla Marco Rubîoyê Senatorê Komarparêz va hatibû pêşkêşkirin tesdîq kir.

Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya ji bo "Hong Kongê" tesdîq kir

Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya "Hong Kongê" ya ku ji hêla Marco Rubîoyê Senatorê Komarparêz va hatibû pêşkêşkirin tesdîq kir.

Li gor pêşnûmaya ku bi navê "Qanûna Demokrasî û Mafên Mirovî ya ji bo Hong Kongê" hat tesdîqkirin Amerîka wê piştgiriyê bide statuya "xweseriya" Hong Kongê.

Li gor pêşnûmayê rayedarên Çinî yên ku di bûyerên tundî da rola wan heye jî wê hildin listeya mueyîdeyan.

-"Divê Amerîka li aliyê gelê Hong Kongê bisekine"

Marco Rubîoyê Senatorê Komaparêz daxuyanî da û wiha got:

"Hemû dinya ev demek e têkoşîna gelê Hong Kongê ya ji bo azadiya xwe dijî hikûmet û rêveberiya Pekînê dide, ji nêz va dişopîne. Di bûyeran da gelek ciwanên Hongê Kongê hatin kuştin. Divê Amerîka ku li aliyê gelê Hong Kongê disekine nîşan bide."

Pêşnûmaya "Hong Kongê" divê ji Meclisa Nûneran derbas be û piştra ji hêla Serok Donald Trump va were îmze kirin.

- Pevajoya protestoyan

Pêşnûmaya qanûnê ya hêsan dike ku gumanbar îadeyî Çîn, Herêma Îdarî ya Taybet ya Makaoyê ya Çînê û Tayvanê bibin di 3yê Nîsanê da pêşkêşî parlamentoyê kiribûn.

Dema pêşnûma li Meclisê hatibû axaftin niqaşên mezin hatibûn kirin. Ji meha hezîranê pê va li kolanên Hong Kongê protestoyên mezin çêbûbûn.

Li ser protestoyan Serrêvebera Hong Kongê Carrie Lam derketibû û gotibû ku pêşnuma "mir" û 4ê tîrmehê pêşnûma bitemamî betal kiribû.

Çalakvan ligel betalkirina pêşnumayê, dixwazin ku komîsyoneke serbixwe were damezirandin da ku tundiya polêsan a dijî çalakvanan lêkolîn bike.

Herwiha çalakvan dixwazin ku ji bo çalakvanan efû were derxistin, reformên siyasî cardin dest pê bikin û dawî li wê yekê were anîn ku ji protestoyan ra "serhildan" neyê gotin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE