Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya ji bo Tirkên Uyxur erê kir

Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya ji bo Tirkên Uyxur hat pêşniyaz kirin tesdîq kir

Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya ji bo Tirkên Uyxur erê kir

Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya Qanûnê ya dibêje ji ber polîtîkayên li dijî Tirkên Uyxur ên li Sîncana Herêma Xweser a Uyxuran pêk tîne mueyîdeyan bidin ser rayedarên Çînê, tesdîq kir.

Bi hewla Marco Rubîoyê Senatorê Komarparêz pêşnûma qanûnê pêşniyazî Senatoyê kirin û pêşnûma hat qebûlkirin.

Di pêşnûmayê da bangî rêveberiya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê dikin ku mueyîdeyan bidin ser hin rayedarên Çînê yên berpisyarê zexta serê kêmneteweyên Misliman û Tirkên Uyxur.

Wekî mayîn di pêşnûmayê da hat xwestin ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê bira der barê mafên mirovan ên li herêmê tên binpêkirin da raporê amade bike.

Versiyoneke vê pêşnûmayê jî di mijdara 2019an da li Senatoya Amerîkayê hatibû qebûlkirin. Meclisa Nûneran jî hin tişt guherandibû û pêşnûma di berfanbara 2019an da dîsa şandibû Senatoyê.

Ji Rubîo şîroveya ewil

Li bendê ne ku pêşnûmaya bi hin guherînan li Senatoyê hat qebûlkirin di demeke nêz da bi destê Meclisa Nûneran dîsa were raykirin û ji Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra were şandin.

Rubîo li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: "Me hêca Pêşnûmaya Mafên Mirovan a dibêje Partiya Komînîst a Çînê ji ber miemelyên wê berpirsyar bigrin li senatoyê qebûl kir. Hêviya min ew e ku pêşnûma sibê jî li Meclisa Nûneran were qebûlkirin û here ber îmzeya Trumpê Serok."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE