Senatoya Emerîkayê pêşnûma qebûl kir

Li gorî pêşnûmayê berpirsê kuştina Kaşıkcı Mihemmed bîn Selman e

Senatoya Emerîkayê pêşnûma qebûl kir

Pêşnûmaya ku di kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi de Prensê Welîeht ê Erebistana Siûdî Mihemmed Bîn Selman sûcdar dike di Senatoya Emerîkayê de hat qebûlkirin. Herwiha ji ber şerê li Yemenê senatoyê pêşnûmaya qutkirina şandina çekan a bo Erebistana Siûdî jî erê kir.

Serokê komîteya têkiliyên derve ya Senatoya Emerîkayê Bob Corker ji bo ku berpirsê kuştina Cemal Kaşikci wek prensê welîeht were îlankirin pênûmayek pêşkêşî senatoya Emerîkayê kiribû.

Piştî ku pêşkêşî senatoyê hat kirin pêşnûma bi dengdayîna devkî hat qebûlkirin.

Herwiha bangî rêveberiya Riyadê hat kirin ku ji hemû kesên têkildar ên kuştina Kaşikci bila hesab bipirse.

Senatoya Emerîkayê, ji bo ku rola Emerîkayê ya di şerê Yemenê de biqede li hemberî 41 dengan bi 56 dengî pêşnûma qebûl kir.

Ger pêşnûma bibe qanûn wê meseleya rawestandina firotina çekan a bo Erebistana Siûdî were rojevê û leşkerên Emerîkayê yên beşdarên şerê Yemenê werin vekişandin.

Lêbelê ji bo ku pêşnûma bibe qanûn divê him Senato him jî Meclisa Nûneran wê erê bike.

Serokê meclisa nûneran yê komarparêz Paul Ryan di dema nirxandina pêşnûmayê de bendeke derbarê Yemenê de xist nav pêşnûmayê.

Ger meclisa nûneran jî pêşnûmayê erê bike, dê pêşnûma here ber Trump.

Lê Trump dibêje ezê pêşnûmayê veto bikim.

Herwiha meclisa nûneran bi pêşnûmayekê erîşên artêşa Myanmarê ên li ser misilmanên Arakanî wek “qirkirin” bi nav kir.

Dîroka nûkirinê: 14 Kanûn 2018, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE