Serac bang li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî kir

Serokwezîrê Libyayê Fayiz Serac bi mebesta lêkolîna sucên milîsên girêdayî Xelîfe Hefter bangawazî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî kir ku ekîbekê bişîne.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Libyayê Mihemed Qeblawî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku Serac bang li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî kiriye ku ji bo lêkolîna sucên milisên Hefter, ekîbekê bişîne.

Serac soz da ku dê piştevaniya ekîba navborî bikin û destnîşan kir ku heke ew sucûn milîsên Hefter bê ceza bimînin, dê wî teşwîqê sucên ji yên tevkujiya Ruanda û Bosnayê mezintir bike.

Li gorî daxuyaniyê, Serac êrîşên milîsên Hefter ên dijî sivîlan, balafirgehan û hêwirgehên koçberan herwiha revandina Sîham Serqîweya parlementer ji mala wê ya li Bengaziyê weke şerên cengê û dijî mirovayetiyê pênase kir.

Milîsên hefter ji meha temûza sala borî ve Sîham Serqîweya parlementer li cihekî veşartî ragirtine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE