Serdagirtinên Mescida Eqsayê didomin

94 cihûyên tundraw di bin hîmayeya polêsê Îsraîlê da ketin hewşa Mescida Eqsayê

Serdagirtinên Mescida Eqsayê didomin

Gelek cihûyên tundraw di bin hîmayeya polêsê Îsraîlê da ketin hewşa Mescida Eqsayê.

Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê hat dayîn, 94 cihûyên tundraw bi polêsê Îsraîlê ra ji Deriyê El Mexarîbeyê (Fas) yê Mescida Eqsayê ra ketin Harema Şerîf.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku cihûyên tundraw demekê li nav hewşa Mescida Eqsayê geriyan û paşê ji Harema Şerîf derketin.

Duh 235 cihûyên tundraw ji ber pîrozkirina Roş Aşanaya ku li gor salnameya Îbranî serê salê ye, ketibûn hewşa Mescida Eqsayê.

Cihûyên tundraw carinan bi polêsê Îsraîlê ra dikevin hewşa Mescida Eqsayê. Ev jî li herêmê dibe sedema zêdebûna rageşiyê û navbera Filistîniyan û polêsê Îsraîlê da xirecir dertê.

Mescida Eqsayê li Qudsa Rojhilat e û qibleya ewil a misilmanan e.

Cihû bi îdiaya ku bermahiyên Mabeda Silêman di binê Kuliyeya Mescida Eqsayê da ye, bin kuliyeyê dikolin û îdia dikin ku mafê wan jî heye li Herema Şerîf îbadetê bikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE