Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) Karim Khan diyar kir, Rûsya bersivê nade teblîxatên îdiayên Rûsya li Ukraynayê sûcê şer dike.
Li ser xwestina Fransa û Albanyayê ji bo gotûbêjkirina sûcên li Ukraynayê hatin kirin, rûniştina nefermî ya Konseya Ewlekariya NYyê ya bi navê "arria formula" hat kirin.
Serdozgerê ICCyê Karim Khan di rûniştinê da axivî û diyar kir, 43 welatan îdiayên sûcê şer ên li Ukraynayê sewqî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî kirin.
Khan wiha got, "Min ji Rûsyayê ra 3 teblîxat şandin lê bersiv nedan. Ez ê di ceribandinê da berdewam bim. Ji xeynî derxistina rastiyê tu ajanda û rojeveke me ye siyasî tuneye."
AA