Hat ragihandin, artêşa Ûris ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin, 19 hezar û 100 esker, 151 balafir, 136 firoke û 705 tankên xwe da der.
Sererkaniya Ukraynayê agahiya xisar û ziyana ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 9ê nîsanê da eşkere kir.
Li gor agahiyan, ji artêşa Ûris a ku êrîşî Ukraynayê kir, 19 hezar û 100 esker hatin kuştin, 151 balafir, 136 firoke û 705 tank, 1895 wesayîtên bizirx, 335 top, 108 pergalên roketavêj û 55 pergalên parastina esmanî yên artêşê hatin îmhekirin.
Her wiha 1363 wesayît, 7 keştî û kelekên kêmlez, 76 wesayîtên sotemeniyê û 112 wesayîtên esmanî yên bêmirov ên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin.AA