Sererkaniya Ukraynayê: Dijminê êrîşkar ji sedî 40ê hêza xwe ji dest da

Sererkaniya Ukraynayê: Dijminê êrîşkar ji sedî 40ê hêza xwe ji dest da

Sererkaniya Ukraynayê ragihand, ji sedî 40ê hêzên çekdarên Federasyona Rûsyayê ya ku êrîşî welêt kir, şiyana xwe ya şer ji dest da yan jî bi temamî hat îmhekirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê da zanyariyên dawîn ên li ser şerê Rûsya-Ukraynayê hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ji sedî 40ê artêşa Rûs a ku ket xaka Ukraynayê hêza xwe ji dest da û wiha hat gotin:

"Bi awayekî giştî ji 15ê Adara 2022yan pê va ji sedî 40ê yekîneyên (artêşa Rûs) ku li ser xaka Ukraynayê beşdarî qaşo 'operasyon'ê bûn, ji dest hatin dayîn. Bi temamî hatin îmhekirin an jî şiyana xwe ya şer ji dest dan."

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, di nava rojekê da bi tenê li herêma Chernobaevkayê ya Ukraynayê di şer û pevçûnan da 7 helîkopterên şer ên Rûsyayê hatin têkbirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE