Sererkaniya Ukraynayê li ser zayîatên artêşa Ûris daxuyanî da

Sererkaniya Ukraynayê li ser zayîatên artêşa Ûris daxuyanî da

Sererkaniya Ukraynayê ragihand, artêşa Ûris 23 hezar û 800 esker, 194 balafir, 155 firoke û 1048 tankên xwe dan der.

Sererkaniya Ukraynayê agahiya xisar û ziyana ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 2yê gulanê da eşkere kir. Sererkaniyê daxuyand, artêşa Ûris ku li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin, di 24 saetên dawîn da 300 eskerên xwe da kuştin.

Li gor agahiyan, ji artêşa Ûris a ku êrîşî Ukraynayê kir, 23 hezar û 800 esker hatin kuştin, 194 balafir, 155 firoke û 1048 tank, 2 hezar û 519 wesayîtên bizirx, 459 top, 152 pergalên roketavêj û 80 pergalên parastina esmanî yên artêşê hatin îmhekirin.

Her wiha 1824 wesayît, 8 keştî û kelekên kêmlez, 76 wesayîtên sotemeniyê û 271 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatin kuştin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE