Serokê Amerîkayê Biden Eyda Qurbanê ya Misilmanan pîroz kir

Li gorî daxuyaniya nivskî ya Qesra Spî, Biden di peyama xwe da diyar kir, di demekê da ku têkoşîna dijî şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) didome, îsal wateyeke taybet a kevneşopiya eydê û rîtuelên hecê heye û her wiha ragihand, gelê Amerîkayê welatên Misilmanan jî di nav da zêdeyî nîv milyarî aşî bo welatê hewcedar ên li dinyayê bexşand.

Serokê Amerîkayê Biden Eyda Qurbanê ya Misilmanan pîroz kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden û jina wî Jill Bidenê bi peyama weşandin va Eyda Qurbanê ya Misilmanan pîroz kirin.

Li gorî daxuyaniya nivskî ya Qesra Spî, Biden di peyama xwe da diyar kir, di demekê da ku têkoşîna dijî şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) didome, îsal wateyeke taybet a kevneşopiya eydê û rîtuelên hecê heye û her wiha ragihand, gelê Amerîkayê welatên Misilmanan jî di nav da zêdeyî nîv milyarî aşî bo welatê hewcedar ên li dinyayê bexşand.

Biden bal kişand, heca ku ji hemû quncên civakê û ji hemû dinyayê însanan tîne cem hev, di heman demê da wekheviya di Îslamê da û rehên hevpar ên baweriyên Îbrahîmî dide bibîrxistin û wiha got, "Înşelah bi hezaran Amerîkayiyên Misilman dê di nava wan Misilmanan da cih bigirin ku dixwazin saleke din ziyaretê hecê bikin."

Biden peyama xwe wiha bir serî, "Jill û ez em silavên xwe yên herî ji dil ji wan kesan ra dişînin ku li her derê dinyayê Eyda Qurbanê pîroz dikin. Li ser navê gelê Amerîkayê em eydeke ewle û xweş ji bo wan hemû kesan dixwazin ku eydê pîroz dikin. Eyda we ya Qurbanê pîroz be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE