Qesra Sipî diyar kir ku ew ê ji bo tevdîrê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê bi Kovîd-19ê ketiye bibin nexweşxaneyê û li çend rojan li wê derê bimîne.
Kayleigh McEnanya Berdevka Qesra Sipî di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku morala Trump baş e, hin semptomên piçûk rayê dide û seranserê rojê xebitî.
Kayleigh McEnanyê destnîşan kir ku Trump ji bo peyamên ji wî û Melanîa Trumpa jina wî ra tên sipas dike û wiha got: "Bi tewsiyeya doxtorê wî û pisporên tipê va ji bo tevdîran Trumpê çend rojan li ofêsa serokatiyê ya li Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reed bixebite."
Trump rayeyên xwe dewr nekir, wezîfeyê didomîne
Dihat mereqkirin ku Trump dema rakin nexweşxaneyê gelo ew ê rayeyê dewrî Mîke Penceyê Alîkarê serok bike yan na.
Alyssa Faraha Direktora Ragihandinê ya Qesra Sipî di daxuyaniyê da got, "Em li bendê nînin ku Trump rayeyê dewr bike. Serok niha li ser wezîfeya xwe ye."
Trump gihîşt nexweşxaneyê
Trumpê Serokê Amerîkayê bi rûpêça dabû ber dev û pozê xwe û taxima kincên li xwe kiribû va ji Qesra Sipî derket û firokeya seroktiyê siyar bû.
Trump daxuyanî neda rojnamevanan, tiliya xwe ya mezin rakir û bi îşaretê nîşan da ku her tişt baş e.
Trump paşê derbas bû nexweşxaneya ku ew ê çend rojan lê bimîne.AA